Nerazîtîyên behrêynîyan li himber Rejîma Alê Xelîfe didomin
Behrêynî careke din bo nîşandana nerazîtîya xwe hemberî rewşa mafên mirovan li vî welatî û berdewambûna girtina bêheger a zanayên dînî daketin kolanan.
Nerazîtîyên navxweyî li Behrêynê di çarçova merasima roja hêrsa gelanî da bi armanca daxwaza bo azadkirina hemî girtîyên di zindanên Rejîma Alê Xelîfe da û di serî da zanayên dînî yên şîe berdewam in.
Komîteya rêkxera van nerazîtîyan ji gel xwest ku kombûn û çalakîyên nerazîtîyê li bajar, navçe û gundên Behrêynê berdewam bikin û roja 22ê Mijdarê wek dema lidarxistina tevgereke nerazîtîyê ya berfirehtir ragihand. Baqir Derwêş, Serokê Civata Mafên Mirovan a Behrêynê tekez kir ku weşandina belavokeke lêkolînî ya nû ya ku ji 60 rûpelan pêk tê, balê dikişîne ser hûrgiliyên dadgehîkirinên nepenî û binpêkirina mafên mirovan li vî welatî li himber dezgehên dînî û azadîya derbirînê û zanyarên dînî yên şîe. Derwêş got: Me berdewamiya dadgehîkirinên nepenî û sînordarkirinên li ser medah û berpirsên lidarxistina merasimên tazîdariya Huseynî (S) şopandine.