Henzeleyê gef li Tel Avîvê xwar
Koma hekerî ya Henzeleyê di daxûyanîyekê da qala belavkirina bi sedan hezar nusxeyên daxûyanîyê li Tel Avîvê kir û derbarê berûlayên êrişa ducare ser binesaziyên enerjîyê yên bereya berxwedanê hişyarî da.
Koma hekerî ya Henzeleyê bi weşandina daxûyanîyekê ragihand ku bi dehan kes ji endamên "bereya berxwedana gelanî ya Henzeleyê" di kiryareke şevê da, heta berbangê li rêbihorkên Tel Avîvê amade bûne û bi sedan hezar nusxeyên daxûyanîya hişyarker li ber derîyê malên xelkê daliqandine. Li gorî ragihandina vê komê, daxûyanîyên belavkirî bi serpela "bereya berxwedana gelanî ya Henzeleyê" û bi haştaga "bêav" û "bêkareba" niştecîyên Tel Avîvê ber bi malpera vê komê va dibirin da ku nivîsa hişyarîyê bibînin. Henzeleyê di vê daxûyanîyê da xitabî niştecîyên erdên dagirbûyî hişyarî da: "Heke careke din rêberên we binesaziyên enerjîyê yên bereya berxwedanê bikin armanc, divê hûn amade bin ku bihayê giran ê vê destdirêjîyê di jîyana xwe ya rojane da bidin." Vê komê di dewamê da gefa êrişa ser hêzgeh, palîngeh û tesîsên şêrînkirna avê li seranserî erdên dagirbûyî xwar.