Destdirêjîyên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê didomin
Tesrîn 10, 2026 19:05 Asia/Tehran
Hêzên Rejîma dagirker a siyonîst bi êrişa ser gundekî başûrê Sûriyê li wir xaleke kontrol û lêgerrînê danîn.
Hêzên Rejîma Siyonîst vê sibehê êrişî gundê "Terence"yê li dorhêla bakurî ya Quneytereyê kirin û li dorhêla wê navendeke kontrol û lêgerrînê danîn. Hêzên siyonîst herwiha ketin navçeya "Cebata Xeşeb"ê li dorhêla bakurî ya Quneytereyê û bi danîna xala kontrol û lêgerrînê li derîyê vê navçeyê, rêwî teftîş kirin.
Rejîma Siyonîst bi xirab-bikaranîna valatîya ewlehî ya heyî li Sûriyê, tevî bombebarana tesîsên berevanîyê yên giran û balafirrên şêrr ên vî welatî, li navçeya Quneytereyê li başûrê wê pêşda diçe.