Berdewambûna destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst li derdora Quneytereya Sûrîyê
Tesrîn 07, 2026 19:12 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku rejîma Siyonîst li derdora Quneytrayê tevgerên leşkerî pêk anîye û leşkerên vê rejîmê li beşa rojavaya Derayê jî dest bi gullereşandineek giran kirine.
Hêzên rejîma Siyonîst ber bi derdora gundê "Camla"yê ve, ku li beşa rojavaya derdora Derayê ye, gulebaraneke giran pêk anîn. Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku ev gulebaran piştî bicihbûna hêzên Siyonîst li herêmê pêk hatiye. Her wiha, li derdora Quneytrayê, komeke leşkerên Rejîma Sîyonîst a dagirker li ser rêya Mezarî Emel û Taranjayê pêş ve çûn û li wir xaleke kontrolê ya leşkerî danîn. Li vê xala kontrolê, hêzên dagirker dest bi lêgerîna kesên ku ji wir derbas dibûn, kirin.