Çînê boykotên Amerîkayê dijî şirketên wî welatî şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361288-Çînê_boykotên_amerîkayê_dijî_şirketên_wî_welatî_şermezar_kir
Wezareta Bazirganiyê ya Çînê sepandina sizayan ji aliyê Amerîkayê ve li ser du şîrketên Çînî şermezar kir û ev kiryara binpêkirina qanûna navneteweyî û prensîbên bingehîn ên têkiliyên navneteweyî bi nav kir.
(last modified 2026-11-07T15:41:29+00:00 )
Tesrîn 07, 2026 19:11 Asia/Tehran
  • Çînê boykotên Amerîkayê dijî şirketên wî welatî şermezar kir

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê sepandina sizayan ji aliyê Amerîkayê ve li ser du şîrketên Çînî şermezar kir û ev kiryara binpêkirina qanûna navneteweyî û prensîbên bingehîn ên têkiliyên navneteweyî bi nav kir.

 

Amerîkayê roja Pêncşemê bi îdiaya ku 2 şirketên Çînî bi sektora leşkerî ya Kubayê re hevkarî kirine û alavên pêwîst bo wê sektorê dabîn kirine, boykot ser wan da sepand

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê diyar kir ku Washingtonê di demên dawî de zext û tedbîrên sînordarker li dijî Çînê zêde kiriye; bi sepandina sînordarkirinên cihêkarane, Amerîkayê bandorek giran li ser maf û berjewendiyên rewa yên şîrketên Çînî kiriye. Wezaretê ji Washingtonê xwest ku zûka ji sepandina boykotan vegere u tekez kir ku Pêken mafê pêkanîna tedbîrên pêwîst ji bo parastina maf û berjewendiyên rewa yên şîrketên xwe parastî dizane u yê pêngavên pêwîst di vî warî da rake.