Serokwezîrê Iraqê serdana Tehranê kir
Tesrîn 09, 2026 18:23 Asia/Tehran
Balyozê Iraqê li Komara Îslamî ya Îranê, qala serdana Serokwezîrê vî welatî bo Tehranê kir.
Yasir Evdizzehra El-Hecac got: Serdana Elî Falih Ez-Zêydî, Serokwezîrê Iraqê bo Îranê di çarçoveya liv û tevgerên dîplomatîk ji bo kêmkirina kêşeyê û pêşîgirtina li tundbûna wê pêk hatîye.
Evdizzehra El-Hecac got: Iraqê hewlên xwe yên dîplomatîk xistine xizmeta aramîyê û pêşîgirtina li tundbûna kêşeyê û herwiha xurtkirina îstiqrara navçeyî.