Netanyahû di yekem rûbirûbûna piştî hilbijartinê da têk çû 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i361514-netanyahû_di_yekem_rûbirûbûna_piştî_hilbijartinê_da_têk_çû
Parlimana Rejîma Sîyonîst bi dengê nûneran, “Mêtan Kahana” ji partîya “Yeşar”ê ya bi rêberîya Gadî Ayzênkot wek serokê nû yê Knessetê hilbijart. 
(last modified 2026-11-18T15:02:18+00:00 )
Tesrîn 18, 2026 18:10 Asia/Tehran
  • Netanyahû di yekem rûbirûbûna piştî hilbijartinê da têk çû 

Parlimana Rejîma Sîyonîst bi dengê nûneran, “Mêtan Kahana” ji partîya “Yeşar”ê ya bi rêberîya Gadî Ayzênkot wek serokê nû yê Knessetê hilbijart. 

 

Hilbijartina Kahana wek yekem rûbirûbûna giring a parlimenter di navbera du tevgerên hevrik da piştî hilbijartina 27ê Cotmehê tê hesibandin. Di vê hilbijartinê da, bloka dijbera Netanyahû karî pirranîya kursîyên Knessetê bi dest bixe û hevpeymana piştgirê Netanyahû jî bi bidestxistina 53 kursîyan, pirranîya xwe ya parlimenteran ji dest da. Xala giring di vê dengdanê da, piştgirîya partîyên ereb bo namzedîya Kahana bû. Bloka çar-partî bi rêberîya Ayzênkot 48 kursî di dest da ye û du partîyên ereb “Pêrista Hevpar” û “Raam” jî bi 19 kursîyan, piştgirîya xwe bo hilbijartina Kahana ragihandin.