Tevgera Nuceba ya Iraqî piştgiriya xwe ji Tabûrên Hizbullahê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i361400-tevgera_nuceba_ya_iraqî_piştgiriya_xwe_ji_tabûrên_hizbullahê_ragihand
Konseya Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ya Nucebayê, bi ragihandina hevgirtina xwe bi tabûrên Hizbullahê û Sersekreterê wê re, hewldanên ji bo çêkirina nakokiyan di navbera komên berxwedanê de ji bo xizmetkirina Rejîma Siyonîst û Amerîkayê nirxand.
(last modified 2026-11-14T11:41:24+00:00 )
Tesrîn 14, 2026 10:10 Asia/Tehran
  • Tevgera Nuceba ya Iraqî piştgiriya xwe ji Tabûrên Hizbullahê ragihand

Konseya Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ya Nucebayê, bi ragihandina hevgirtina xwe bi tabûrên Hizbullahê û Sersekreterê wê re, hewldanên ji bo çêkirina nakokiyan di navbera komên berxwedanê de ji bo xizmetkirina Rejîma Siyonîst û Amerîkayê nirxand.

 

Di vê daxuyaniyê de, ev konseya , bi amajeya li Ebû Hisên Hemîdawî, Sereekreterêê Tabûrên Hizbullaha Iraqê, tekez kir ku wî di parastina nirxên pîroz û welatê xwe de fîdakariyên mezin kirine û xwedî tomarên tijî rûmet û serbilindî ye; ji ber vê yekê, hedefgirtina wî û êrîşkirina ser wî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di vê daxuyaniyê de hatiye ku Berxwedana Îslamî ya Iraqê di dijberiya bi neheqî, îstîkbar, zordarî û firsendperestiya siyasî de yekgirtî ye û dê bi sûcdarên kuştina zarok û malbatên bêguneh li Filistîn, Iraq, Îran û Yemenê re tawîzê nede.

Ev helwest piştî ku, li gorî raporên medyayê, di navbera hin komên berxwedanê, bi taybetî Tabûrên Hizbullaha Iraqê û tevgerên girêdayî hikûmetê de, piştî hewldanên hikûmeta Iraqê ji bo pêşvebirina plana pawankirina çekan di destê hikûmetê de, derket holê, hate pejirandin.