Bafil Talibanî: Eger Waşîngton alîkariya çareseriya nakokiyan nake , bila xwe têkil neke
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, kêfxweşiya xwe ji sefera xwe ya vê dawiyê bo Tehranê anî ziman û got: Ger Waşîngton ji bo çareserkirina nakokiyan nebe alîkar, çêtir e ku tenê temaşe bike û xwe têkil neke.
Bafil Talibanî, serokê YNK`ê, di merasîma vekirina Komavahiya Stratejîk a Silêmaniyê de amajeyî peywendiyên xwe yên navçeyî û navnetewî kir û got ku têkiliyên wî yên dostane û nêzîk bi îranî, amerîkî û îngîlîsiyan re hene. Bafil Celal Talibanî her wiha li ser rola Amerîkayê di çareserkirina nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistana Iraqê de got: Ger Amerîka ji me re nebe alîkar ku em çareseriyekê bibînin, çêtir e ku ji dûr ve temaşe bike.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê her wiha bi tundî rexne li lidarxistina civîna Meclisa Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di 4`ê Mijdara vê mehê de bêyî beşdariya fermî ya YNK`ê kir, bûyerê wekî hilweşînek siyasî bi nav kir û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî jî berpirsiyarê vê yekê da zanîn. Bafil Talibanî herwiha wek bersiva li hember civîna hanê, vekişîna Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê di 5`ê Mijdarê de ragihand.