Êrişa berfireh a bi xwefiran a Ûkraynê ser navçeya Wolgogirad a Rûsiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361402-Êrişa_berfireh_a_bi_xwefiran_a_Ûkraynê_ser_navçeya_wolgogirad_a_rûsiyê
Waliyê herêma Volgogradê ragihand ku piştî êrîşeke bi xwefiran ser herêma pîşesaziyê ya başûrê bajarê Volgogradê, çar karmendên herêmê jiyana xwe ji dest dane û du yên din jî rakirine nexweşxaneyê.
(last modified 2026-11-14T11:42:25+00:00 )
Tesrîn 14, 2026 11:11 Asia/Tehran
  • Êrişa berfireh a bi xwefiran a Ûkraynê ser navçeya Wolgogirad a Rûsiyê

Waliyê herêma Volgogradê ragihand ku piştî êrîşeke bi xwefiran ser herêma pîşesaziyê ya başûrê bajarê Volgogradê, çar karmendên herêmê jiyana xwe ji dest dane û du yên din jî rakirine nexweşxaneyê.

 

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyê her wiha ragihand ku hêzên wan duh bi şev li herêmên curbicur ên Rûsyê, ji wan herêma Volgogradê, Hezar û 118 xwefirên Ukraynê rûxandine. Her wiha, otomobîlek ku berdevkê serokwezîrê berê yê Ukraynê tê de bû li kolanek Moskowê teqiya. Wisa xuya dike ku li Moskowê kampanyayek kuştinê li dijî kesayetên ûkraynî yên ku bi siyaseta heyî ya Ukraynayê razî nînin destpê kiriye. Li herêma xelktêde ya Sivêtly Yarê, şûşê pencere û balkonên sê avahiyên pênc qatî û navendeke ciwanan ji ber êrîşê zirar dîtin; lêbelê, li herêmê ti rapor li ser kuştiyan nehatine weşandin.