​​​​​​​Meclisa Jinan a HDP’ê: Li Tirkiyê şîdeta li ser jinan zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315296-meclisa_jinan_a_hdp’ê_li_tirkiyê_şîdeta_li_ser_jinan_zêde_dibe
Meclisa Jinan a HDP’ê daxuyand ku piştî pandemiya Koronavîrusê li Tirkiyê şîdeta li ser jinan zêde bûye û destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê vê yekê ji xwe re dike fersend.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2020 15:02 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Meclisa Jinan a HDP’ê: Li Tirkiyê şîdeta li ser jinan zêde dibe

Meclisa Jinan a HDP’ê daxuyand ku piştî pandemiya Koronavîrusê li Tirkiyê şîdeta li ser jinan zêde bûye û destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê vê yekê ji xwe re dike fersend.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Meclisa Jinan a HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê ya bi serdestiya partiyên AKP-MHP’ê pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) ji xwe re kiriye fersend û şîdeta li ser jinan li Tirkiyê zêde bûye.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a HDP’ê wiha ye:

“AKP û MHP’ê bi bacên gel dixwaze sermayeyê li ser pêyan bihêle. Di paketên ekonomiyê de ji bo jin, kesên hejar, karker, kedkar û bêkaran tu tevdîr tune ne.

Pergala kapîtalîst a mêrserwer tu pêşniyazeke çareseriyê ji kedkar, karker û jinan re pêşkêş nake. Di pandemiyê de mêtingeriya kedê jî zêdetir bû. Li dijî ev polîtîkayên ku karkeran terkî mirinê dikin û jinan hejar dikin, em ê di 1’ê Gulanê de dîsa dakevin qadan.

Desthilata AKP û MHP’ê dixwaze pêşiya hevgirtina civakî bigire. AKP û MHP’ê vê şewba mezin dike berjewendiya siyasî, ranta ekonomîk û amûra şer. Desthilatdariya AKP û MHP’ê destkeftiyên me desteser dike û dixwaze keda me winda bike. Bi hezaran jinên girtî di girtîgehan de hiştin, kujerên jinan û tecawizkar jî qanûna înfazê serbest berdan. Di heman demê de li malan jî şîddet zêdetir bû. Derket holê ku xeta alîkariya lezgîn a li hemberî şîdetê ALO 183 jî nikare pêdiviyan bi cih bîne.

Li hemberî desthilata AKP û MHP’ê ya ku bi qasî şewbê bi xetere ye, em ê hevgirtina xwe geş bikin. Hewldana me ya em Meclisa Jinên Ciwan mezin bikin, têkoşîna me xurttir dike. Bi stendina tevdîran em ê li kolan, tax û gundan xebatên xwe bidomînin. Em ê torên xwe yên tevgirtinê zêdetir bikin û li dijî şîdet û hejariyê têkoşîna li ser mafên jinan geştir bikin.”