Tirkiyê hikmê desteserkirina Netanyahû da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i359776-tirkiyê_hikmê_desteserkirina_netanyahû_da
Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê ragihand ku Enqere ji ber teqîbata dadweriyê ya li dijî Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê rejîma Siyonîst bi tawana jînosaydê, ji Înterpolê xwest ku ji wî re Îlana Sor bide diyarkirin.
(last modified 2026-08-21T15:00:17+00:00 )
Tebax 21, 2026 15:20 Asia/Tehran
  • Tirkiyê hikmê desteserkirina Netanyahû da

Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê ragihand ku Enqere ji ber teqîbata dadweriyê ya li dijî Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê rejîma Siyonîst bi tawana jînosaydê, ji Înterpolê xwest ku ji wî re Îlana Sor bide diyarkirin.

 Li gorî rapora Anadolu Newsê, Akîn Gorlek, Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê ragihand ku ev welata ji ber teqîbata dadweriyê li dijî Binyamîn Netanyahû bi tawana jînosaydê, ji Înterpolê xwest ku ji wî re Îlana Sor bide diyarkirin.

Her wiha daxwazeke bi vî rengî jibo rayedarekî vê rejîmê ji ber cinayetên li dijî çalakvanên komkeştiya navneteweyî ya Sumûdê hatiye hilêxistin.

Dîwana  navneteweyî ya Cezayê di Mijdara 2024`an de hikmê desteserkirina Netanyahû û Wezîrê Cengê yê berê yê rejîma Siyonîst bi tometa cinayetên li dijî mirovahiyê li zîvala Xezzeyê da.