Hevserokê DEM Partîyê: Divê meclis qanûna taybet ji bo endamên PKK pesend bike
Hevserokê DEM Partîyê ji meclisa tirkîyê xwest ku qanûneke serbixwe u taybet ji bo PKK u dûhatên hilweşandina wê u jiçekirina wê pesend bike u berbendên hiqûqî û idarî ser rêya çalakîyên sîyasî rake. Wî herwiha got ku qonaxa sekinandina pevçûnan an aştîya nerênî bi dawî hatîye û nika dema derbasbûna nav qonaxa aştîya erênî, demokiratîzekirin u çaksazîyên hiqûqî ye.
Tuncer Bekirxan pêgirî kir ku Komsyona Hevgirtina Netewî, Biratî u Demokirasîyê bi tena serê xwe nikare meseleya kurdan çareser bike û got k uerka sereke ya vê komsyonê amadekirina binesazîya hiqûqî ji bo derbasbûna ji qonaxa sekinandina pevçûnan bo nav qonaxa aştîya mayinde ye.
Wî herwiha got: Ev komsyona divê destpêkê bi binesazîya hiqûqî, vîna derxistina çekan ji demajoyê xurt bike.
Tuncer Bekirxan Hevserokê DEM Partîyê herwiah got: Nika dora hikûmet, meclis, dezgehên sîyasî, civaka sivîl u gel e ku rê u şêwazên hilêxistina xurt a daxwaza aştî u demokirasîyê peyda bikin.