Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê Biradost bomberdûman dikin
Nîsan 26, 2020 22:05 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ku bi caran herêma hewayî ya Iraqê bin pê dikin gelek deverên herêma Biradost bomberdûman dikin.
Li gor agahiyên çavkaniyek ji Herêma Kurdistana Iraqê, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ya desdirêjkar Çiyadêl, Geruyî Ziraran, Robî û Riwal, çiyayê Kewet ên girêdayî herêma Biradost bombebaran dikin.
Heta niha têkildarî ziyanên canî û malî li herêmê agahiyeke zelal nehatiye wergirtin.
Balafirên artêşa Tirkiyê piştî têkçûna gotûbêjên aştiyê di navbera kurdan û artêa Tirkiyê bi caran deverên gundewarî li Herêmaa Kurdistane bombedûmaan kirine ku di encamê de gelek ji xelkê sivîl ên Herêmê canê xwe ji dest dane an birîndar bûne.