Di êrîşa balafirên Tirkiyê de li Lîbyayê 5 sivîl mirin
Nîsan 28, 2020 13:23 Asia/Tehran
Berdevkê koma Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî dibêje ku balafirên dewleta Tirkiyê herêma Nesme ya li başûrê bajarê Mezda kirine armanc û di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê Artêşa Nîştimanî yê Lîbyayê Ehmed Mismarî bi daxuyaniyekê da ragihand ku dewleta Tirkiyê hîn jî sûcên şer li dijî xelkê Lîbyayê pêk tîne û her derê êrîşê xelkê sivîl dike.
Mismarî diyarkir ku balafirên artêşa Trikiyê li Herêma nesme a li başûrê bajarê Mezda êrîşê sivîlan kiriye û di encamê de 5 sivîl jiyana xwe jidest dane.
Berdevkê Artêşa Nîştimanî yê Lîbyayê anî ziman ku Tirkiye berê jî kamyonên xwarin û tenduristiyê li gelek deveran bomebaran kirine.
Hîn aliyên bêteref li vê barê de ti zanyarî nedane.