PKK: Li Şirnex, Heftenîn û Xakurkê 12 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315308-pkk_li_Şirnex_heftenîn_û_xakurkê_12_leşkerên_tirkiyê_hatin_kuştin
Şervanên PKKê li Heftenîn, Xakurkê û Şirnexê li dijî artêşa Tirkiyê çalakî li dar xistin. Hat ragihandin di çalakiyan de herî kêm 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 04:25 Asia/Tehran
  • PKK: Li Şirnex, Heftenîn û Xakurkê 12 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Şervanên PKKê li Heftenîn, Xakurkê û Şirnexê li dijî artêşa Tirkiyê çalakî li dar xistin. Hat ragihandin di çalakiyan de herî kêm 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser çalakiyên hêzên xwe daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku li devera Heftenînê ya Herêma Kurdistanê hêzên wê 25'ê Nîsanê saet 04:30'î ji 2 baskan ve avêtin ser girê ku artêşa Tirkiyê li ser bû û ketin nava kozikên wan. Di encama vê çalakiyê de 4 kozikên artêşa Tirkiyê ên li ser gir bi temamî hatin îmhakirin û 9 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 çekên MPT-55, 2 dûrbînên termal û cîhazeke ragihandinê jî ketin destê hêzên PKKê. Her wiha 2 çekên giran ên A-4, 3 kamerayên mobese û dûrbînek teleskopê hatin îmhakirin.

PKKê herwiha diyar kir ku di vê çalakiyê de 3 endamên PKK jî jiyana xwe ji dest danhevalên me. 

PKK di dewma daxuyaniya xwe diyar kir ku hêzên wê 26'ê Nîsanê saet 01:30'î li herêma Xakurkê ya Kurdistana Iraqê jî li dijî leşkerên Tirkiyê yên li ser Girê Lelîkanê çalakiyek pêk anîn û leşkerek Tirkiyê kuştin û bi xwe saxlem vegeriyan baregehên xwe.

Herwiha hêzên PKKê 23'ê Nîsanê jî li herêma Besta ya Şirnexê li dijî leşkerên Tirkiyê yên li qada Eyşedinkê çalakî pêk anîn ku di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û bi xwe saxlem vegeriyan bargehên xwe. 

Hîn artêşa Tirkiyê derbarê van dew û dozên PKK ti tişt negotiye.