Li Tirkiyê 92 kesên din jî ji ber Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315331-li_tirkiyê_92_kesên_din_jî_ji_ber_koronayê_mirin
Hat diyarkirin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 92 kesên din jî ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Piştî van zanyariyan hejmara kesên ku heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 992 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 19:50 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 92 kesên din jî ji ber Koronayê mirin

Hat diyarkirin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 92 kesên din jî ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Piştî van zanyariyan hejmara kesên ku heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 992 kesan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca, ragihand ku di 24 saetên dawî de 92 kesên din jî ji ber şewba Koronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest dane. Li gorî tabloya ku Koca parve kiriye di 24 saetên dawî de 2 hezar û 392 kesên din jî bi şewbê ketine.

Piştî van zanyariyan li Tirkiyê hejmara kesên ku heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 992 kesan û hejmara kesên ku heya niha bi şewbê ketine jî bû 114 hezar û 653.