Çawişoglu û Lavrov derbarê Sûriyê de axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315335-Çawişoglu_û_lavrov_derbarê_sûriyê_de_axivîn
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku wezîrê derve yê vî welatî Sergei Lavrov û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlud Çawişoglu, bi telefonê axivîn. Herdu aliyan li ser awayên hevkariyê û têkoşîna li dijî Koronavîrusê û geşedanên dawî li Sûriyê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 21:10 Asia/Tehran
  • Çawişoglu û Lavrov derbarê Sûriyê de axivîn

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku wezîrê derve yê vî welatî Sergei Lavrov û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlud Çawişoglu, bi telefonê axivîn. Herdu aliyan li ser awayên hevkariyê û têkoşîna li dijî Koronavîrusê û geşedanên dawî li Sûriyê gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand, "Her du aliyan bi cidiyet mijara pandemiya Koronavîrus, tedbîrên ku herdu welatan li dijî vîrusê girtine, asyonê hevkariyê di vî warê de, bi taybet mijara koordîneya vegerandina hemwelatiyên Rûsya û Tirkiye li welatê xwe gotûbêj kirin."

Herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyê de diyar kir ku herdu aliyan nêrînên xwe derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê, bi taybet herêma Idlibê di çarçoveya pêkanîna protokola ku di 5‘ê Adara borî de hate pejirandin, mûzakereya  Soçî ya ku di 17‘ê Îlona 2018‘an de hate imzekirin parve kirine.

Danûstandinên herdu aliyan di demekê de ye ku "Herêma Bêçek" rojane ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê têne topbarankirin û bombebarankirin.