Li Qersê di meha nîsanê de berf barî
Nîsan 26, 2020 22:51 Asia/Tehran
Li navçeya Qamûşan a parêzgeha Qarsê berfa ku ji duh êvarê ve dibare, navçe bi rengê sipî xemiland.
Li navçeya ku pileya germahiyê 3 derece di bin sifrê de ye, berf bariya û tevahî dar û rêyên navçê sipî kirin.
Welatiyê bi navê Ehmed Demircî ku berfa li ser otomobîla xwe paqij dike, diyar kir ku, barîna berfê di dawiya meha Nîsanê de ew matmayî kirine.
Welatiyê bi navê Metîn Yanar jî destnîşan kir ku, ew çûye komirê bîne, lê dema vegeriyaye berfê her der girtibû û dazanîn ku, ev der Qamûşan e û diqewme ku di meha Gulanê de jî berf bibare.