Berdewambûna nerazîbûnan li Tirkîyê; Gelo dê rewş ji bo Erdogan xirabtir bibe?
Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê di yekmeha buhurî da gellek destpêşxerî ji bo birêxistina nerazîbûna welatîyan li kolanan hilêxistine û Serokomarê Tirkîyê xistîye rewşeke girantir da.
Hevgavê berdewambûna qeyrana aborî li Tirkîyê, istiqrar û aramîya sîyasî ya vî welatî jî têk çûye. Neyarên Erdogan ji bo neraîzbûna himber girtina Ekrem Imamoglu Şaredarê berê yê Istenbolê, her car gel bi şêwaz û hecetekê kaş dikin kolanan û li gorî gotina gellek şavdêran berdewambûna nerazîbûnên hanê bûye sebeb ku raya giştî ya Tirkîyê pêbawerîya xwe himber hikûmetê û Dezgeha Dadwerîyê ji dest bide û girtina Imamoglu wek kiryara sîyasî û neqanûnî bê zanîn.
Ji hêla din va, encama rapirsîyan nîşan dide ku sedî 69ê welatîyên tirkîyeyî ser vê bawerê ne ku berovajî idiaya Dozger û Serokomarê Tirkîyê, girtina Ekrem Imamoglu ti têkilîyek bi gendelîyê ra tineye. Welatî dibêjin: Imamoglu bi meremeke sîyasî û neqanûnî ji bo wêdadayîna wî wek reqîbê herî girîng ê Erdogan hatîye girtin.
Ozgur Ozel Serokê CHP van rojana bi saya mîtîngan çîn û qatên curbicur ên civaka Tirkîyê daxistîye meydanan. Wek mînak ew ji bo axavtina di mîtînga CHP ya li şarê Yûzgatê da, berovajî Erdogan ku bi karwanekî ji bi dehan maşînên reş û gullebend pêkhatî diçe mîtîngan, bi tiraktorekê çû cîyê kombûna alîgirên xwe. Yek ji dahênerîyên Ozel wek Serokê CHPê ev e ku wî xwest ku şirket, karistan, medya û dikanên wek şirîkên rantên sîyasî yên AKPê tên naskirin, bên boykotkirin. Çavdêrên aborî ser vê bawerê ne ku boykotên ku Ozgur Ozel amaje pê kirîye, nêzî 10 milyard dolarî zîyan gîhandîye dezgeh ûşirketên nêzîkî Erdogan. Banka Navendî ya Tirkîyê jî ragihandîye ku gitina Imamoglu bûye sedema zîyaneke bayê 50 milyar dolarî. Ev yek bûye sebeb ku heta Mehmed Şimşek Wezîrê Darayîyê yê kabîna Erdogan dilnigeran bibe û bêje: Ji bo derbaskirina qeyrana aborî, em hewcedarê çksazîyên sîyasî û xurtkirina demokirasîyê ne.