Li Tirkiyê di sala 2024`an di qezayên trafîkê de 6351 kes mirine
Mijdar 03, 2025 12:35 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê ragihand sala 2024`an di qezayên trafîkê li vî welatî de zêdeyî 6 hezar kes mirine.
Elî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê X`ê amarên trafîkê yên sala 2024`an eşkere kirin û nivîsî Sala 2024`an di qezayên trafîkê de 6 hezar û 351 kesan canê xwe ji dest daye û 385 hezar û 117 kes jî birîndar bûne.
wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê got: Ev hejmareke gelekî zêde ye. Divê em hemû ji vê yekê re bibêjin bes e. Divê em bi hev re çanda trafîkê ava bikin û divê çanda trafîkê li Tirka de bi pêş bikeve.