Mijdar 03, 2025 20:36 Asia/Tehran

Endamê fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Libnanê tekez kir ku berxwedan dê li hember zextan ne teslîm bibe û ne jî paşde vekişe lê dê ji bo ji nû ve avakirin û melhemdanîna ser birînan hewl bide.

Hesen Fezlullah di merasimeke li başûrê Libnanê de tekez kir: Em di vê qonaxê de ku ji dema binpêkirina agirbesê ve berdewam dike, tim pêkutiyê dikin ku saziyên hikûmetê tevî êş û azaran û tevî xwîna ku li axa me hatiye rijandin, berpirsyariyên xwe cih bînin, ji ber ku şert û mercên vê qonaxê helwestek wiha ji me dixwazin, lê di heman demê de, Berxwedan heman Berxwedan e bi hikmet, bi wêrekî, bi gel û şervanên xwe re. Vî parlementerê libnanî got ku dengê gelê me her gav dengvedana dengê şehîdên me ye. Ji ber vê yekê, em ê li hember van hemû zextan ne teslîm bibin û ne jî paşde vedikişin lê em ê bi hev re bixebitin da ku jibo ji nûve avakirinê, zemitadina bîrînan û merhemkirina wan birînan hewil bidin. Di heman demê de, Serokwezîrê Rejîma siyonîst di gotinên bi destwerdanê de, daxwaza bêçekirina Hizbullahê ji hikûmeta vî welatî kir û tekez kir Ensarullaha Yemenê ji bo vê rejîmê gefek pir mezin e. Li gorî nûçeyek din, piştî sal û nîvekê ji ser operasyona serketî ya Hizbullahê, artêşa  Rejîma Siyonîst neçar ma ku projeya xwe ya balona sîxuriyê ya biha berde. Hêza Hewayî ya Rejîma siyonîst  biryar daye ku balona sîxuriyê ya mezin a Tel Şemayim, ku ji bo çavdêriya Celîla Jêrîn dihat bikaranîn, danê qeraxê. Ev balona sîxuriyê alîkariya Rejîma Siyonîst  kir ku mûşekên krûz û  xwefiran bişopîne û xercê pêkanîna wê rabibû  sed mîlyon şêkêlî.

Serepeyv