Plana Amerîkayê û welatên alîgirê Telavîvê dijî Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê
Mijdar 03, 2025 19:36 Asia/Tehran
Parlemanterê Iraqê derbarê plana Amerîkayê û hin welatên alîgirê Rejîma Siyonîst ji bo lawazkirina Hêzên Heşda Şebî agahî da.
Muxtar Mûsewî, parlemanterê Iraqê, tekez kir ku Amerîka û hejmarek welatên ku têkiliyên xwe bi rejîma Siyonîst re normal kirine planeke wan heye ku rola Hêzên Heşda şebî li Iraqê lawaz bikin. Wî her wiha got: Hin ji van welatan piştî serkeftinên wan ên berfireh li dijî DAIŞ`ê ji rola Hêzên Heşda Şeibî li Iraqê wekî hêzek ewlehiyê nerazî ne. Mûsewî destnîşan kir: Ev zext bi armanca dubare pênasekirina warê ewlehiyê ya Iraqê di çarçova berjewendiyên welatên biyanî û li dijî Hêzên Heşda Şeibî pêk tên.