Mijdar 02, 2025 18:12 Asia/Tehran
  • Fîdan: Divê PKK li Iraq u Sûrîyê jî çekan dayne

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê tekezî ser pêwîstîya hevkarîya emnî u aborî ya vî welatî digel welatên herêmê kir u xwest ku hêzên PKK u HSD li Iraq u Sûrîyê werin jiçekirin.

Hakan Fîdan di hevdîtina tev Fuad Hisên hevtûşê xwe yê iraqî da li Bexdayê got ku rêçareya mayinde, liyêkgiheştin û hevkarîya welatên herêmê bêyî piştkutana li welatên biyanî ye. Wî got ku Iraq nika di istiqrareke baş da ye û basa planên hevpar ên her du welatan di warên av, enerjî û bazirganiyê da kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê herwiha got: Lihevkirinên nû di navbera Enqere u Bexdayê da dikarin zemîneyê ji bo çaksazîya di binesazîyên avê u berfirekirina hevkarîyên di warê enerjîyê da xweş bikin. Wî piştgirî da hikûmetên Iraq u Sûrîyê û pêgirî kir ku jiçekirina tam a PKK pêngaveke bingehîn di rêya dabînkirina ewlehîya herêmê da ye. 

Serepeyv