Demirtaş: Aştî bêyî evîn u pêbawerîyê di navbera kurd u tirkan da ne pêkan e
Selahedîn Demirtaş sîyasetvanê kurd ku di zîndana Edirnê da hepsî ye, di peyamekê da têkildarî demajoya aştîyê li Tirkîyê pêgirî kir ``heta dema ku tirk u kurd ji dil va hejî hev nekin, aştî bêfeyde ye.``
Selahedîn Demirtaş amajeyî gavên vê dawîyê di demajoya aştîyê da ji wan banga Ocalan, destpêşxerîya Erdogan u merasima jiçekirinê ya PKK kir u got: Ev pêngavana ji hêla emnî va binirx in, lê bêyî biratîya rastî di nava gel da yê ti encamek tinebin.
Demirtaş herwiha ragihand: Kilîda aştîyê ne çek belkî biratî ye. Qanûn divê berî meclisê di dil u wîjdanê gel da pêk were. Wî pêşnîyar da ku ji bo xurtkirina hevgirtinê, planên çandî u civakî yên hevpar di navbera kurd u tirkan da bên bicihanîn. Demirtaş ji ber berdewambûna desteserkirina sîyasetvanên neyar u nekarabûna hikûmetê di pêkanîna yekitîya netewî da rexne kir u got: Qanûn u civîn bêyî dostî û pêbawerîyê di nava gel da, yê aştîya rastî bi xwe ra neynin.