Kolanên Iraqê tijî wêneyên bangeşeya berbijaran in
Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên parlemana Iraqê kolanên bajarên curbicur ên vî welatî bi taybet Bexdayê tijî wêne û posterên bangeşeya berbijaran bûne.
Bereberê lidarxistina şeşemîn hilbijartinên parlemana Iraqê ku dê heftiyeke din were lidarxistin, bajarên curbicur ên vî welatî bûne meydanên hevrikî û bangeşeyên hilbijartinê û wêneyên berbijaran hemû dîwarên bajêr tijî kirine.
Navendên bangeşeyê li bajarên curbicur ên Iraqê hin cih ava kirine ku dengan ji bo berbijarên xwe berhev bikin, lê di vê navberê de, tevî vexwendina siyasetmedarên payebilind ji bo beşdarbûna herî zêde di hilbijartinan de hin kes dijberiyê dikin û beşdarbûna di hilbijartinan de boykot kirine.
7 hezar û 926 berbijar ji bo 329 kursiyên parlemana Iraqê hevrikiyê dikin. Di gel van tevgerên dijberê hilbijartinê li Iraqê, Amerîkayê jî di rojên derbasbûyî de destwerdanên xwe di karûbarên Iraqê de zêde kiriye.