Mijdar 03, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna 238 filistîniyan ji dema agirbesa 11`ê Cotmeha 2025`an ve

Ji dema agirbesa 11`ê Cotmeha 2025`an ve, 238 kes şehîd bûne û 600 kesên din jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de, cenazeyên 10 şehîdên din ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin, ku 8 cenaze ji bin kaviliyan hatine derxistin û 2 kes jî vê dawiyê şehîd bûne.

Ji dema pêkanîna agirbesê û ji 11`ê Cotmeha 2025`an vir ve, 238 kes şehîd bûne û 600 kesên din jî birîndar bûne. Her wiha di vê heyamê de cenazeyên 510 şehîdan ji bin kaviliyan hatine derxistin.

Li gorî nûçeyek din, tevgera Hemasê pejirandina qanûna îdamkirina girtiyên filistînî nîşana rûyê faşîst ê Rejîma Siyonîst û pêkutiya vê rejîmê ya ser binpêkirina qanûnên navneteweyî da zanîn. 

Serepeyv