Sibat 07, 2026 18:36 Asia/Tehran
  • Birçîbûnê xelk û awareyên Kobaniyê bêzar kirine

Dorpêça li ser bajarê Kobaniyê ku di roja 18`ê Çileyê de hatiye destpêkirin, heta îro jî berdewam e, û aware û şêniyên bajarê Kobaniyê birçî mane.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro ragihand: Ji ber hatina hejmareka mezin a awareyan ji gundên derdorê û nebûna alîkariyên mirovî, bajarê Kobaniyê ji ber kêmbûneka zêde ya av, elektrîk û xizmetên înternetê dinalin û ew yek jî dibe rêgir ku ew dorpêça li ser wî bajarî hatiye sepandin bi rengekê rast bê veguhastin.

Ev rewş bi nemana sotemenî, alavên germkirinê, sebze û fêkiyan re hevdem e, ku bi hejmareka kêm ji gundên derdorê tên anîn û bi bihayên giran tên firotin, ku ji şiyanên piraniya şênî û awareyan zêdetir e. Li ser asta tenduristiyê jî, ew bajar di rewşeka pir xeter de ye, ji 10 rojan zêdetir e ku derman û şîr bi yekcarî kêm bûne û bi dest nakevin.
 

Serepeyv