Mijdar 03, 2025 21:36 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî nakokiya navbera Komara Îslamî û Amerîkayê wek nakokî û cudahiyeke zatî û cewherî bi nav kir û got: Daxwaza amerîkiyan ji bo hevkariya bi Îranê re ne dê di pêşerojeke nêzîk de belku dê paşê were nirxandin.

 Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê Şoreşa Îslamî, vê sibê di hevdîtina bi hezaran xwendevan û komek malbatên şehîdên şerê sepandî yê 12 rojî de, salvegera dagirkirina balyozxaneya Amerîkayê wekî navenda komplo û plankirina dijî Şoreşa Îslamî, di 13`ê Abana sala 1358`an a koça tavî beranberî 4`ê Mijdara 1979`an de, wek roja rûmet û serkeftinê û roja eşkerekirina nasnameya rastîn a hikûmeta îstikbarî ya Amerîkayê  bi nav kir. Wî tekezî ser pêwîstiya tomarkirina vê rojê di bîra neteweyî de kir û pêşîneya dijminatiya Amerîkayê li hember gelê Îranê, ku bi darbeya 19`ê Tebaxê de dest pê kir û heta roja îro jî berdewam dike, şirove kir. Wî tekez kir: Nakokiya navbera Komara Îslamî û Amerîkayê de nakokiyeke zatî û  cewherî û dijayetiya berjewendiyan navbera her du aliyên Amerîkayê û Komara Îslamî de ye. Tenê ger Amerîka piştgiriya xwe ya ji rejîma siyonîst a lenetbûyî tam qut bike û baregehên xwe yên leşkerî ji herêmê derxîne û destwerdanê di karûbarên wê de neke, daxwaza Amerîkayê ya hevkariya bi Îranê re ne di pêşerojeke nêzîk de lê paşê dê were nirxandin.

Rêberê Şoreşê her wiha tekez kir: Çareseriya gelek pirsgirêkan û parastina welêt tenê bi rêya xurtkirina hêzên rêveberî, zanistî, leşkerî û  viyanê dikare serê xwe bigre  û divê hikûmet bi hêz di beşên têkildar xwe de erkên xwe pêk bîne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî sedema sereke ya dijminatî û komployên cûrbecûr dijî şoreşê, derxistina xwarekeke şêrîn ji qirika Amerîkayê û rawestandina kontrola Amerîkayê ser çavkaniyên Îranê bi nav kir û got: Wan nedixwestin rehet dev ji Îranê berdin, ji ber vê yekê ji destpêkê ve wan tehrîkên xwe ne tenê li dijî Komara Îslamî, belku dijî gelê Îranê jî dest pê kirin.

Serepeyv