Hezîran 01, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Bihar û zozan li Kanîreşa Çewlîgê

Ji zozanên bajarê Çewlîgê xweştirîn zozan ên Kanîreşê ne. Li Kanîreşê dema zozanan dest pê kiriye. Li lûtkeyên çiyayan belekiyên berfê û xemla biharê bi hev re bûne yek. Zozanên Kanîreşê cih û warê koçeran in. Yên dixwazin zozanan bibînin, zozanên Kanîreşê hêjayî dîtinê ne.

Li gorî rapora 1ê Hezîranê ya ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Bîlal Guldem dibêje: Em ji Amedê ji bo biçin bihar û zozanên navçeya Kanîreşa Çewligê bibînin derdikevin rê. Li Amedê êdî demsala havînê dest pê dike û hewa germ dibe. Em ji nav germa Amedê hêdî hêdî ber bi hewa hênik a zozanan ve diçin. Dema em gihîştin Licê, me dît her der hêj hêşînayî ye, bihara li vir xilas nebûye û seranserî rê bi rengên biharê xemilandî ye. Piştî Licê em gihîştin Çewligê, li vê derê jî zozanên bi rengên biharê pêçandî em pêşwazî kirin. Hewayeke sar ji nav dilê zozanan tê. Her ku em ber bi Kanîreşê ve çûn belekiyên zozanan û xemla biharê xwe nîşanî me dan. Ji Amedê heta Kanîreşê em leqayî kamyonên sê çar qatî yên keriyên pez ên koçeran dibin zozanên Kanîreşê û deverên din ên herêma Çewligê tên. 

KOÇERÎ XWEŞ E LI ŞEREFDÎNÊ 

Bi nêzîkbûna me ya ber bi Kanîreşê ve ewil Çiyayê Şerefdînê yê bi zozanên xwe bi nav û deng e, me pêşwazî dike û belekiyên wê yên berfa li lûtkeya wê li ber çavên me dikevin. Dema rêberê me zozanên Şerefdînê nîşanî me dide, bêguman gotina “Koçerî xweşî li Şerefdînê” tê bîra mirov. Ev gotin li herêma Kanîreşê û di nav koçeran de gelek tê gotin. 

KANÎREŞ DI NAV ÇIYAYAN DE YE 

Tê gotin ku ew belekiyên berfê yên li Şerefdînê heta nîvê havînê jî nahelin. Em di ber Şerefdînê re diçin navenda Kanîreşê û vê carê jî deşteke heta çavê te dibîne xuya dibe. Kanîreş li deşta di navbera çiyayan de hatiye avakirin û li başûrê çiyayê Şerefdînê, li bakurê wê çiyayê Qertalixê û li rojhilatê wê jî çiyayên Bîngolê (Tepê Koxê) hene. 

HATINA BIHARÊ XELK KÊFXWEŞ KIRIYE 

Em li navenda Kanîreşê kelecan û kêfxweşiya destpêkirina biharê li ser rûyê mirovan dibînin. Xelkê navçeyê gelek mêvanperwer e û ji mazûvaniyê hez dike. Piştî me silav da çend esnafan helbet di rojeva wan de jî pandemiya koronayê heye. Lê li ser koronayê zêde nafikirin. Tişta wan kêfxweş dike hatina biharê ye. Ji ber ku Kanîreş û derdora wê bi mehan di bin berfê de dimînin. Esnafekî yê titûnê û çaya qaçax difiroşe, yekser bi kêfxweşî mazûvaniya xwe nîşan dide û ji me re dibêje “hûn ji Amedê hatine hevalno?” Piştî bersiva erê ji me bihîst bêtir kêfxweş bû û hema yekser stranên dengbêjiyê û hesabê xwe yê medyaya civakî nîşanî me da. 

TAŞTÊYA ZOZANAN 

Piştî me hin tişt mişt li navenda navçeyê kirîn, vê carê me berê xwe da gundên qûntara çiyayê Qertalixê yê belekiyên berfê lê spî dikin. Aveke cemidî ji bin van belekiyên berfê diherike gelî û mêrgên gundan. Dê û bavê rêberê me li ber malê me pêşwazî dikin. Wan taştê amade kiriye li benda me ne. Hingiv, mast û penêrê zozanan ên li ser sifreyê hêjayî dîtinê ne. 

XEMLA ZOZANAN Û BELEKIYA BERFÊ 

Piştî xwarina taştê em qasek li ser taybetmendiyên navçeyê suhbet dikin. Ew ji me re qala zor û zehmetiyên zivistanê yên li navçeyê û gundan dikin. Her wiha behsa dar û sebzeyên li gund danîne dikin. Piştre me dest bi kişandina wêne û dîmenên zozanan kir. Li aliyekî belekiyên berfê li pişt kulîlkên zer û şînahiya zozanan raseriya xwe li lûtkeyên çiyayan dikin û li aliyekî din jî li gelî û newalan aveke zelal bi şireşir diherike. Ava van geliyan û rûbarên biçûk diherike ser çemê Mûradê. 

KOÇER JI QEREJDAXÊ DIÇIN ZOZANÊN KANÎREŞÊ 

Gundî jî ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Hin şêniyên gundan gomên pez çê dikin hin gundî jî axûrên dewaran çê dikin. Her wiha gundî mast, penêr, rûnê nivîşk û gelek tiştên ji bo zivistanê amade dikin. Hin gundî jî înşatên xaniyên wan ku nîvco mane çê dikin. Hinek gundî li ber pezê xwe ne û hinek ji wan jî bi kar û barên gund re mijûl in. Kamyon li ser kamyonê pezên koçaran ji Amedê û derdora Qerejdaxê tînin zozanan. Her dever beyar e û keriyên pez lê diçêrin. Li gorî şêniyên Kanîreşê agahî didin me, di demên berê de zozanên Kanîreşê bi taybetî li derdora çiyayê Şerefdînê û deverên din zozanên koçerên Bêrtî lê danîne û ev dever wek warê wan dihat zanîn. Lê tê gotin êdî koçerên Bêrtî kêm tên zozanan û dev ji koçeriyê berdane. Şêniyên Kanîreşê dibêjin ku rewşa siyasî û qedexeya derketina zozanan jî bandoreke neyînî li koçeran dike û ji ber vê koçer kêm derdikevin zozanan.   

GOLA KANÎTAHTÊ HÊJAYÎ DÎTINÊ YE 

Piştî gera me ya li gundê quntara çiyayê Qertalixê em berê xwe didin qeraxê Gola Kanîtahtê. Ev gol li ser rêya Kanîreş, Gimgim û Erziromê ye. Ava golê şîn dike û xweşikiya belekiyên berfa li ser lûtkeyên çiyayê Bîngolê xuya dibin. Her çiqas bayek sar tê jî, xelk ji xwe re diçe benda golê û li xweşikiya golê temaşe dike.   

ÇIYAYÊ BÎNGOLÊ Û GUNDÊN ELEWIYAN XWEŞ IN 

Em ji qeraxê golê berê xwe didin quntara çiyayê Bîngolê yê nêzî Gimgimê ye. Dema em ber bi Gimgimê ve diçin deştek ku bihar lê şên bûye li pêş Kanîreşê ye û hemû tê xuyakirin. Deştek bê ser û ber e. Em di gundê Qerqebazarê de ber bi Gimbimê ve diçin. Golek biçûk derket pêşiya me û koçerên ji deştê hatine lê danîne. Ev dever sînorê Kanîreş û Gimgimê ye. Deverek wek bihuştê xuya dibe. Keriyê pezê qerqaş ku ji hezaran serî pêk tê li derdora golê di mexelê de ye. Em li vir keriyê pezê koçeran ê li bin belekiyên berfê diçêrin dikişînin. 

RÛGEŞIYA LI SER RÛYÊ MAMÊ BÎLAL 

Ji vir jî em çûn quntara çiyayê Bîngolê. Bi dehan gund li vê deverê hene û ev gund hemû yên kurdên elewî ne. Gundê Emera yê nêzî 70 mal e yek ji gundên elewiya ye. Gund girêdayî navçeya Gimgimê ya Mûşê ye. Li derdora gund kar û berx di nav keriyê pêz de ne û hesp û cenîka xwe li mêrgê li nav ketê diçêrin. Bîlal Surmelî yê 63 salî li ber pezê xwe ye û ew ji gundê Emera ye. Wek me destpêkê got, hatina biharê kêfxweşiya mirovên herêmê dide nîşandan. Ev heman rûgeşî û kêfxweşî li ser rûyê mamê Bîlal jî, yê ku pişta xwe daye belekiyên berfê û bi devlikenî berê xwe daye objektîfa me tê dîtin.  Surmelî ji me re qala serpêhatî û jiyana zozanan û kar û barê gundan dike. Ew dibêje xwe dîtiye û nedîtiye sewalkariyê dike. Her wiha dibêje, her çiqas jiyana li gundan zor be jî û karê sewalkariyê çetin be jî lê ew neçar in vî karî bikin. Surmelî anî ziman ku li herêma wan biharê dest pê kiriye û ew ê heta meha îlonê kêfxweşiya biharê bibînin. 

BIÇIN MASIYÊN WIR TEHM BIKIN 

Dilê me heye em biçin heta Gimgimê lê bes dereng dibe û em neçar in vegerin Amedê. Ji nav gundên elewiyan ên li quntara çiyayê Bîngolê me careke din berê xwe da navenda Kanîreşê. Vê carê em dîsa hatin qeraxê gola Kanîtahtê û wek tê gotin masiyên li vir çêdikin bi nav û deng in. Tesîsa masiyan a li qeraxê golê masiyan xweş çêdike. Kesên rêya wan bi wir ket dikarin masiyên vê derê tehm bikin. 

SUHBETA LI ZOZANAN XWEŞ E  

 Xwediyê tesîsê û hevalên xwe li derdora me civiyan û li ser qal û belayên kurdan û dinyayê me kêliyek suhbetek xweş kir. Helbet suhbet li gel vexwarina çaya serhedkî şên dibe. Êdî êvar bi ser ger û geşta me ya li zozanên Kanîreşê tê. Helbet em ji ger û geşta li zozanan û hewa wê ya hênik têr nebûn lê dem bû êvar û me berê xwe dîsa da Amedê. Heta em hatin Amedê mele banga eşayê da.