PKK: 53 leşker û polîsên Tirkiyê hatine kuştin
Cotmeh 01, 2015 20:47 Asia/Tehran
Malpera Xendan a Kurdistana Iraqê ragihandiye ku hêzên PKK bîlançoya şerê 4 rojan a li dijî artêşa Tirkiyê, tîmên taybet û polîsan de ragihand û aşkira kiriye ku di encama çendîn çalakiyan de 53 leşker, tîmên taybet û polîsên Tirkiye hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê baskê leşkerî yê PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye ku di encama êrişên rojên 27-28-29-30`ê îlonê de li navçeyên (Şemzînan, Colemêrg, Sêrt, Riha, Amed, Erzrom, Edene, Qersê û Dêrsimê) têde 24 leşker, 27 tîmên taybet û 2 polîsê Tirkiyê hatin kuştin. Her weha çendîn leşker û polîs jî birîndar bûne.Navenda ragihandina HPG aşkira kiriye ku di wan şer û pevçûnan de 2 hêzên PKK jî hatine kuştin.