Wezareta Karên Derve ya Îranê: Civîna me û ewrûpîyan dê li Istenbolê were lidarxistin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Civîna Îranê ya digel 3 welatên ewrûpî dê li Istenbolê were lidarxistin.
Civîna çapemenîyê ya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro bi amadebûna Seyîd Mihemd- Riza mêvanê taybet ku tenha xilasbûyîyê êrişa ser malbata Siddîqî-Sabir zanyarê îranî yê li Astaneya Eşrefîyê şehîdbûyî ye hat lidarxistin.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di destpêka civîna çapemenîyê ya hefteyê da têkildarî muzakireyên tev welatên ewrûpî got: Gotûbêjên tev 3 welatên ewrûpî di asta Cîgirên Wezîran da tên birêvebirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bêzarbûna xwe ji ber tişta ku li Filistînê diqewime, dîyar kir û got: Di 2 salên buhurî da li Xezzeyê jînosaydeke bêmînak pêk hat, tişta ku ser vê yekê da hat ew bû ku xwarek wek çekê ji bo qirrkirina filistînîyan hat bikaranîn. Zêde ji 140 rojî ye ku Xezze di nav dorpêçeke tam da ye û me dengê hawar û alîkarîxwestina gelê Xezeyê bihîst.
Seyîd Mihemd- Riza Siddîqî- Sabir got: Birayê min çalakekî zanistî di çiqa mekanîkê da bû, birazîyê min jî xwendekarekî bijare yê matematîkê bû, min di rojekê da meytê malbata xwe kom kirin. Wî herwiha got: Rejîma Sîyonîst bi dilrreqîya tam êrişî mala birayê min kir, cara yekem li Têhranê û cara duyem li Astaneya Eşrefîyê. Îro rojê tiştek ji mala bavê me nemaye. Armanca Rejîma Sîyonîst ne tenê zanyar û lêkolerên îranî belkî hemî gelê Îranê ye, Divê li vir bêjim ku Trump û Netanyahu derew li we kirin. Kîjan yek ji zanyarên hatin şehîdkirin, bi dû çêkirina çeka navokî bû?