Li Xezze- Şehîd û birîndarbûna 1289 kesî di 24 saetên buhurî da
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên vê herêmê ji 7ê Cotmeha 2023yê va heta nika ji 59 hezar kesî derbas bû.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê îro di daxûyanîyekê da ragihand: Di 24 saetên buhurî da 134 welatîyên din ên filistînî di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser vê zîvalê da hatine şehîdkirin û hezar û 155 kes jî hatine birîndarkirin.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku Rejîma Sîyonîst vê sibê êrişî rêza wan kesan kir ku hewil didan alîkarîyên mirovdostîyê li Zîvala Xezzeyê bi dest bixin û di encamê da 99 filistînî hatin şehîdkirin û 650 kes jî hatin birîndarkirin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên filistînî yên di sire û rêzên wergirtina xwarekê da bûne armanca êrişên Rejîma Sîyonîst, rabû hezar û 21 kesî û ya birîndaran jî rabû 6 hezar û 511 kesî.
Rejîma Sîyonîst di çend mehên vê dawîyê da dorpêçeke giran u zalimane ser niştecîyên Xezzeyê da sepandîye ku bûye sedema qeyraneke merivî ya bêmînak û xelayê ev navçeya daye ber xwe.
140 roj ji vê dorpêça giran û zalimane derbas dibin, dorpêçeke tam û giran ku niştecîyên Xezzeyê pêrgî xetera mirina ji birsîya kirîye.
NY û dezgehên wê jî ragihandine ku birsîbûna niştecîyên Xezzeyê gihîştîye asta bêmînak û karesatê û dîyar kirin ku niştecîyên vê herêmê bi rojan li pey hev nikarin xwarekê bi dest bixin û zarok ji birsîya diqîrin û nêz dibin û ber çavê dê û bavê xwe rih didin.
NY derbara rewşa bitaluke ya candayîna bi hezaran jin û zarokî li Xezzeyê hişyarî da û ragihand ku ew hewcedarê dermanê demlidest in.