Barana guj jîyan li Moskowê sekinand
Tîrmeh 21, 2025 17:21 Asia/Tehran
Ji ber barana guj a ji bo cara duyem di hefteya vê dawîyê da, Moskowa paytexta Ûrsêtê di nav avê da ma.
Ji ber barana guj a ji bo cara duyem di hefteya vê dawîyê da, hin deverên Moskowa paytexta Ûrsêtê di nav avê da man û jîyan hat sekinandin.
Di dîmen û vîdoyan da dîyar e ku parkîngên maşîna di nav avê da mane, maşîn ser avê ketine û peya hewil didin ji metroyên di nav avê da mayî derbas bibin.
Li gorî daxûyanîya Rêxistina Şopandina Rewşa Hewayê ya Ûrsêtê, diqewime barana guj heta dawîya îro bidome.
Roja sêşema hefteya buhurî jî ji ber barana guj li Moskowê lehî rabû.