Li Enqerê lehî rabû: Mal û otomobîl di bin avê de man
Tîrmeh 19, 2025 12:34 Asia/Tehran
Li Enqera paytexta Tirkiyê piştî baraneke guj lehî rabû, mal û otomobîlên welatiyan di bin avê de man û kesek birîndar bû.
Lehiyê herî zêde bandor li navçeya Keçîorenê kir û tîmên şaredariyê, parêzgariyê û AFADê ji bo paqijkirina şopên lehiyê û tespîtkirina ziyanê dest bi xebatê kirin.
Li taxa Ednan Menderesê avê bi ser gelek mal û kargehan de girt û otomobîl di nava heriyê de man.
Welatiyên ku malên wan di bin avê de mabûn, bi derfetên xwe hewl da ku av û bermahiyên lehiyê ji malên xwe derxînin.