Suweyda- Zêde ji hezar meyt li kolanan mane
Tîrmeh 21, 2025 15:14 Asia/Tehran
Heta nika zêde ji 450 meyt bo nexweşxaneya Suweydayê hatine veguhestin û nasnama bi dehan meytî jî hê nehatîye kivşkirin.
Zêrevanîya Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku zêde ji 110 kes di encama pevçûnên li Suweydayê da hatine kuştinê ku pirranîya wan sivîl û şervanên Durzî ne u bi sedan hêzên hikûmetê jî di nav wan kuştîyan da xûya dikin.
NY jî radigîhne ku zêde ji 128 hezar kesî di encama pevçûnên li Suweydayê aware û derdodero bûne.
Yekem karwanê alîkarîyên mirovdostîyê jî roja yekşemê bi rêya Komeleya Hîva Sor a Sûrîyê derbasî Suweydayê bû.