Tîrmeh 19, 2025 17:34 Asia/Tehran
  • Destpêbûna demajoyek li parlemana Tirkiyê ji boproseya aşitiyê, PKK jibo bêçekkirinê şert danîn

parlemana Tirkiyê rawêjkariyên jibo avakirina komîteyekê jibo demajoya nasiya bi Tirkiya bê teror daye destpêkirin. Hevgav PKK ragehand ku şertê dewama bêçekkirinê azadiya Ebdullah Ocalan rêberê wê ye.

Neman Kûrtûlmûş, Serokê Parlemana Tirkiyê  bi alîkarên xwe  û nûnerên partiyên cûrbecûr,  ji wan AKPî, CHP,  DEM partî, Partiya Tevgera Netewexwaz û Hevpeymaniya Rêya Rast re civîn li darxistin da ku li ser çawaniya avakirina vê komîteyê gotûbêjê bike.

Hevdem Îyî partî ku  partiyeke neteweperest a tirk e ragihand ku ew ê r nebe endamê  vê komîteyê û pêvajoya aştiyê wekî projeyek xayînane  bi nav kir.

PKK jî ku di 12ê Gulanê de biryar da ku rêxistina xwe ya çekdar hilweşîne û koma yekem a vê partiyê di merasimek sembolîk de li Silêmaniyê çekên xwe radest kirin û  ew şewitandin, tekez kir ku ev çalakî tenê gava yekemîn e û berdewamiya pêvajoyê girêdayî ye bi bersiva erênî ya hikûmeta Tirkiyê û azadkirina   Ebdullah Ocalan .

Serepeyv