Serokê MÎTê çû hevdîtina DEM Partiyê
Tîrmeh 21, 2025 17:30 Asia/Tehran
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di çarçoveya xebatên pêvajoya çareseriyê de çû seredana Koma DEM Partiyê ya li parlimana vî welatî.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulîstan Kiliç Koçyigit di hevdîtina de hazir bûn.
Hat zanîn ku Kalin di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de derbarê xebatên pêvajoya çareseriyê de agahî daye berpirsên DEM Partiyê û civînê saetek û 10 deqîqeyan dewam kiriye.
Li aliyê din, Îbrahîm Kalin îro komên MHP û AK Partiyê yên parlamentoyê jî ziyaret kir.