Tîrmeh 21, 2025 16:41 Asia/Tehran
  • Tevgera Ensarullaha Yemenê: Em dê himber her destdirêjîyeke Israyîlê bersivê bidin

Tevgera Ensarullah a Yemenê tekez kir ku dê himber her destdirêjîyeke leşkerî ya Rejîma Sîyonîst ser axa Yemenê bersivê bide û dîyar kir ku lêdana derbên giran himber Rejîma Sîyonîst yê heta dema bidawîhatina dagirkerîya Tel Avîvê li Zîvala Xezzeyê were domandin.

Mihemed Bexîtî endamê polîtbîroya Tevgera Ensarullah a Yemenê pêgirî kir: Heke Israyîl êrişên ser me tund bike, yê pêrgî derbên leşkerî yên giran bibe.

Wî derbara êrişên destdirêjkerane yên ku Rejîma Sîyonîst îro li bendera Hudeydeyê pêk anî da pêgirî kir: Êrişên hewayî yên Israyîlê yê bandorê li operasyonên leşkerî yên me nekin belu dê morala me ji bo domandina piştgirîya ji Zîvala Xezzeyê xurt bikin.

Bexîtî herwiha got: Heta dema rawestandina destdirêjkerîya Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê, derbên leşkerî yên ku em lê dixin, yê werin domandin. Her welatê ku boykota sepandî ser benderên Erdên Dagirbûyî ya ji hêla artêşa Yemenê va bin pê bike, yê bibe armanca me.  

Serepeyv