Cotmeh 01, 2015 17:08 Asia/Tehran
  • Rexneya nûnerê Istanbûlê li parlemana Tirkiyê ji Demîrtaş

Nûnerê Istanbûlê li parlemana Tirkiyê ragihand ku Selahedîn Demîrtaş pê gotinên xwe dixebite ku bîrûraya giştî ya xelkê Tirkiyê ji ser rastiyên ku li nav vî welatî ne bixalifîne.

Li gor rapora Kurd Press'ê, Muhemmed Metîner nûnerê Istanbûlê li parlemana Tirkiyê û endamê partiya serdest ya AKP bilî rexneya tund ji Selahedîn Demîrtaş hevserokê partiya Demokratîk a Gelan ragihand ku Selahedîn Demîrtaş ji PKK piştevaniyê dike û pê lîstika bi peyvan dixebite ku bîrûraya giştî ya xelkê Tirkiyê ji ser rastiyên ku li nav vî welatî ne bixalifîne.
Muhemmed Metîner ragihand ku Demîrtaş bêyî mehkûmkirina PKK teblîq dike ku pêwîste bona zivirîna ser masa gotûbêjên aşitiyê PKK ji sînorên Tirkiyê dûr bibin.
Wî got: Eger PKK bawerî bi aşitiyê heye bo çi guhdariya peyama Ebdullah Ocalan nake û bo çi endamên PKK ji çiyayê Qendîlê dernakevin.
Muhemmed Metîner ragihand ku ser bawera me gotûbêjên aşitiyê hema ji wê dera ku hate rawestandin eger bê domandinê ser qazanca hemû aliyan û hemû xelkê Tirkiyê ye.