Hatin û çûyîn li Cizîra Tirkiyê hat qedexekirin
Îlon 05, 2015 17:45 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê ragihandin ku delwetê li beşa Cizîre ser bi parêzgeha kurd a Şirnexê li başûra rojhilata vî welatî qedexeya hatin û çûyînê ragihand.
Li gorî rapora malpera rojnama Zaman çapa Tirkiyê, parêzgariya Şirnexê bi daxûyaniyekê ragihand ku hatin û çûyîn ji saet 8 şevê va li Cizîrê qedxe ye.Parêzgariya Şirnexê ragihandiye ku ev biryara bi merema girtina endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), dabînkirina ewlehiyê û serûberiya giştî û girtina pêşiya ziyanên canî û darayî hatiye dayîn. Li gorî gotina gelê deverê, şeva buhurî bi dû agihandina qedexeya hatin û çûyînê li gellek taxên Cizîrê dengê gulleavêtin û pevçûnê dihat bihîstin.