Tebax 10, 2025 16:27 Asia/Tehran
  • Aştîya Rewan û Bakûyê divê bêyî destwerdana bîyanîyan be

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê amajeyî muzakireyên vê dawîyê yên serokên Azerbaycan û Ermenistanê li Waşîngtonê kir û tekez kir ku asayîkirina peywendîyên jher du welatan anegorî berjewendîyên dualî û bêyî destwerdana akterên derveyî navçeyê pêwîst e.

Marîya Zaxarova pêgirî kir ku Ûrsêt dixwaze li başûra Qefqazê ``navçeyeke aram û geş were avakirin û ``asayîkirina tam a peywendîyên Bakû- Êrîwanê ser bingeha berjewendîyên gelên her du welatan`` jî wek yek ji mercên herî girîng ên vê armancê dizane.

Wê ``destnîşankirin û bicihanîna biryarên welatên herêmê ku bi piştgirîya cînarên rasterast ên wan yanî Ûrsêt, Îran û Tirkîyê bên dayîn, ``baştirîn rêçareya pirsgirêkên başûra Qefqazê zanî û hişyarî da: Beşdarbûna akterên bîyanî divê alîkarîyê bide xurtkirina aştîyê û nabe bibe sedema pirsgirêk û nakokîyên nû. 

Serepeyv