Tebax 10, 2025 18:27 Asia/Tehran

Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ragihandin ku komên çekdar ên ser bi Tirkîyê ku ser navê hikûmeta Colanî li meydanê ne, agirbesa bi hêzên hanê ra li navçeyên curbicur binpê kirine.

HSDê di daxûyanîyekê da ragihand ku komên ser bi Tirkîyê u ser navê hêzên hikûmeta Colanî li navçeyên curbicur ji wan Dêre Zor, Dêr Hafir, bendava Tişrîn û Til Temirê agirbes binpê kirine. HSDê ber vîya jî ragihandibû ku himber êrişên çekdarên ser bi hikûmeta Colanî yên ser çeperên xwe li herêma Dêr Hafirê sekinîye û pêgirî kir ku berpirsyarîya êrişên hanê li ustîyê Şamê ye û HSD roja îro ji her demekê zêdetir ji bo bersivdana rewa aamde ye.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê jî ragihand ku artêşa hikûmeta demkî ya Sûrîyê agirbes binpê kirîye û bi giranî êrişî çerên li derdora rojhilata Helebê kirîye.

Ev yek di halekî da ye ku Serfemandarê HSDê Mezlûm Ebdê berî vîya amajeyî rêkevtinameya digel hikûmeta Şamê têkildarî telîkirina 100 hezar hêzên HSDê di nav Wezareta Berevanîya Sûrîyê da kiribû. 

Mezlûm Ebdê pêgirî kir ku QSD yê bibe beşeke artêşa Sûrîyê û muzakireyên ji bo kivşkirina mekanîzma wê tevlîkirinê yê di civîna bê ya li Parîsê da bên domandin.

Serfermandarê HSDê herwiha got: Me bi hikûmeta Sûrîyê ra li ser avakirina artêşa yekgirtî, yek ala û hikûmeta navendî lihev kirîye, herçend ku amajeyî vê yekê jî kir ku hikûmeta nemerkezî baştirîn rêbaz ji bo birêvebirina Sûrîyê piştî şerê 14 salî yê navxweyî ye. 

Serepeyv