Berteka Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê li hember birîna berfireh a daran li Şirnexê: Ne di berpirsiyariya me de ye
Di halekî da ku birîna berfireh a daran li çiya û daristanên Şirnexê bi piştgiriya hêzên leşkerî yên Tirkiyê zêdetirî pênc salan e ku berdewam dike, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kiriye ku ev mijar ne di çarçoveya erkên wê de ye.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê wek bersiva li hember nerazîbûna Newroz Oysal Aslan, parlimanterê Dem Partiyê, a li dijî birîna berbelav a daran a li Şirnexê de diyar kir ku ev mijar ne di çarçoveya erkên wê de ye. Ev bersiva kurt, bû sedema nerazîbûna parlimanterê Dem Partiyê û ew wekî revîna ji berpirsiyariya ji bo wêrankirina jîngehê û binpêkirina mafên mirovan bi nav kir.
Zêde ji pênc sal in ku li navçeyên Gabar, Cûdî, Cîlnîmca û li hin pişkên Besta, Komate û Qaşoranê ser bi Şirnexê, bi çavdêriya hêzên candirmê û bi destê garda xwecihî dar bi awayekî berfireh tên birrîn. Ev navçe bi giştî wekî navçeyên taybet ên Ewlehiyê hatine ragihandin û ketina xelkê nav wan navçeyan qedexe ye, di halekî da ku kesên ku daran didbirin bi jandirmeyan re derbasî van navçeyan dibin.