Meşa ewrûpîyan ji bo hevgirtina tev gelê Xezzeyê
Bi sedan hezar welatîyên xwenîşander li welatên ewrûpî daketin kolanan û hevgirtina xwe tev filistînîyên Zîvala Xezzeyê ragihandin u xwestin ku cinayetên Rejîma Sîyonîst werin bidawîhanîn.
Li şarê Istenolê xwenîşandaneke berfire ji hêla nêzî 15 rêxistinên civaka sivîl va bi durişma `` hêvîyek ji bo Xezzeyê be`` bi merema ragihandina hevgirtina tev gelê Filistînê û kişandina bala raya giştî ya cîhanê ser cinayetên Rejîma Sîyonîst ên li Xezzeyê hat lidarxistin.Bi kûrtirbûna qeyrana merivî li Xezzeyê, bi sedan hezar xwenîşander li welatên ewrûpî bi nîşana hevgirtina tev gelê Xezzeyê daketin kolanan û xwenîşandan li dar xistin.
Welatîyên ingilîsî bi durişma ``birsîragirtina merivan li Xezzeyê bi dawî bînin`` himber êrişên Rejîma Sîyonîst ser gelê Xezzeyê nerazîbûn nîşan dan û daxwaza pêkanîna agirbesa lezgîn kirin. Welatîyên inglisî ku alaya Filistînê hildabûn, bi durişma ``hevdestîyê`` ji dewleta Ingilîsê bi hegera hevkarîya tev Rejîma Sîyonîst di warê jînosaydê da rexne kirin.
Li paytexta Holendê şarê Amesterdamê jî bi hezaran kes daketin kolanan ta ku nerazîbûna xwe himber piştgirîya welatên rojavayî ji Rejîma Sîyonîst nîşan bidin. Xwenîşanderan xwestin ku alîkarî demlidest û bêyî sînor bo gelê Xezzeyê bên şandin.
Li Spanîyayê ji wan li şarê Madrîdê jî çend xwenîşandan bi nîşana nerazîbûna himber birsîragirtina gelê Xezzeyê hatin lidarxistin. Nerazîyan alaya Filistînê dabûn destê xwe û bi durişman xwestin ku jînosayda li Xezzeyê were bidawîhanîn.
Li Jênêvê jî bi hezaran kes kom bûn ta ku nerazîbûna xwe himber mirina merivan a ji birsîya û bedxworakîya li Xezzeyê ku encameke dorpêçkirina vê herêmê ji hêla Rejîma Sîyonîst va ye, nîşan bidin.
Li Stokholma Swêdê jî bi sedan kesî nerazîbûna xwe himber planên Rejîma Sîyonîst ên ji bo dagirkirina şarê Xezzeyê nîşan da. Xwenîşanderan pankardên bi naveroka şermezarkirina êrişên Rejîma Sîyonîst rakiribûn. Kabîna emnî ya Rejîma Sîyonîst roja înîyê plana Benyamîn Netanyahu ya dagirkirina Xezzeyê pesend kir û ev yek pêrgî nerazîbûna berfire bû.