Şerê giran ê Erebistan û Imaratê li Yemenê, Hezermût hat bombebarankirin
Çavkaniyên Yemenî ragehandin ku şerekî giran di navbera hêzên girêdayî bi Îmarat û Erebistanê li Hezermûta Yemenê derketiye û hêzên di bin fermana Îmaratê de ji aliyê balefirên cengê yên Erebistanê ve hatin bombebarankirin.
Hêzên girêdayî bi Encumenda Veguêz a Başûr li parêzgeha Hezermûtê li rojhilatê Yemenê ku Imarat pişta wan digire, ketin ber êrişên esmanî.
Pevçûnên di navbera hêzên girêdayî bi Encumenda Veguêz a Başûr ku li parêzgeha Hezermûtê serdest in u hêzên girêdayî bi Erebistanê ku hewil didin baregehên leşkerî yên vê parêzgehê bixin di bin kontrola xwe da, zêde bûne.
Li herêma Heşşe ku ketîye geliyê Hezermûtê jî di navbera hêzên Mertala Niştiman û hêzên di bin fermana Encumenda Veguêz a Başûr de pevçûnên giran berdwam dikin.