Destdirêjiya Amerîkayê ser Venezuelayê û revandina serokkomarê vî welatî û hêrsbûna gelê Venezuleyaê ji vî karê Amerîkayê
Dewleta Amerîkayê şeva borî gefên xwe yên çendmehî dijî Venezuelayê praktîze kir û bi balefirên cengê û helîkopteran êrişî Karakasa paytexta Venezuelayê kir û baregehên leşkerî û avahiya parlemanê û binesaziyên sereke yên Karakasê wêran kirin. Hikûmeta Venezuleyaê li vî welatî rewşa awarete ragehand. Trump îdia dike ku hêzên amerîkî Serokkomarê Venezuelayê revandine.
Hikûmeta Venezuelayê, tevî ragihandina rewşa awarte li welêt, êrişên Amerîkayê dijî hin armancan li nava axa Venezuelayê bi tundî şermezar kir û ew wekî destdirêjiya cidî ser serwerî û yekperçetiya axa Venezuelayê zanîn.
Viladimîr Padrîno, Wezîrê Berevaniyê yê Venezuelayê ragihand ku welatê wî ji aliyê Amerîkayê ve rastî êriş û destdirêjiyê hatiye û eva êrişa herî mezin e ku ev welata heta niha pê re rûbirû bûye. Wî tekez kir ku dê ti sazişek li ser azadî û serxwebûna Venezuelayê tinebe û divê gelê vî welatî bibe yek.
Wezîrê Berevaniyê yê Venezuelayê got: Dijmin dixwaze li welatê me tirs û nakokiyê derxîne û em ê li hember her destdirêjiyeke wan bisekinin .
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku ji nîvê şeva borî ve balafirên cengê û helîkopterên amerîkî deverên curbicur ên Karakasa paytexta Venezuelayê, dane ber êrişan û ji bilî baregehên artêşa vî welatî navenda ragihandinê û binesaziya veguhestina gazê ya Karakasê wêran kirin.
Welatên curbicur ên cîhanê, ji wan Îran, Rûsya, Kûba û Kolombiya û komên berxwedanê yên li navçeyê êrişa Amerîkayê ser Venezuelayê şermezar kirin.
Wezareta Derve ya Îranê tekez kir ku êrişa leşkerî ya Amerîkayê ser Venezuelayê binpêkirineke eşkere ya prensîbên bingehîn ên Peymana NY û rêzikên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî û mînaka tam a destdirêjiyê ye.
General Lora Rîçardson, Fermandarê Çiqa Başûr a Artêşa Amerîkayê nasiyar bi Saws Kamê, piştî êrişa vî welatî ser Venezoelayê got: Bal û fikara Waşingtonê li Amerîkaya Latîn ne li ser demokrasiyê, belku kontrolkirina nift, lîtyûm, zêr û kanzayên kêm bi dest dikevin e.Venezuela xwediyê çavkaniyên herî mezin ê nift û maden kêmpeyda û giranbuha û stratejîk li cîhanê ye.