Rêberê bilindqedir ê Şoreşê: Em li himber dijmin paşde venakişin
Rêberê bilindqedir ê Şoreşa Islamî got: Çîn û qata û kasibkar ji çîn û qatên herî emekdar ên welêt ji bo Nizama Îslamî û Şoreşa Îslamî ne. Ser navê bazar, esnaf u dikandarên bazarê nikarin li himber Komara Îslamî ya Îranê û nizama Îslamî rawestin.
Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî, Rêberê bilindqedir ê Şoreşê îro hevdem ligel salroja jidayikbûna Îmam Elî (S) di hevdîtina bi hezaran kes ji malbatên şehîdên Şerê 12 Rojî (Şehîdên îqtidarê) re bal kişand ser kombûnên di hefteya borî de û bi tekeziya ser cih û şûna bazar û esnafan di şoreşa Îslamî de û got: Çîn û qata esnaf u dikandar di rêza çîn û qata herî emekdar ên welêt jibo nizama îslamî û Şoreşa Islamî de ne.Em bazarê baş nas dikin û hinek kes ser navê bazar û esnafan nikarin li himber Komara Îslamî û pergala Îslamî rawestin. Belê ev kombûn piranî ji aliyê dikandar u esnafan va bûn lê gotinên wan rast bûn. Rêberê şoreşê bal kişand ser fikarên aborî yên esnaf u dikandarên bazarê û got: Ez dizanim ku Serokkomarê hêja û berpirsên din ên pilebilind ên welêt dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin. Pirsgirêkeke heye û ew jî destê dijmin di nav wê de heye. Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser guherînên li bazara diravên bîyanî û tekez kir: Ev bihabûna diravên bîyanî u jordaçûna bêreje ya bihaya wan û bêîstîqrarî ku di çarçova wê da bihaya wan her jorde here û dakeve û kasibkar nezane ku çi bike, ne asayî ye. Eva karê dijmin e. Helbet divê bi tedbîrên curbicur rê li ber wê were girtin û hem Serokkomar û hem jî serokên her sê dezgehên birêvebirina welêt u hin berpirsên din hewil didin ku mesele were çareesrkirin.Rêberê Şoreşê her wiha got: Nerazîbûna dikandar u esnafan hema ji ber vê yekê bû ku babeteek durist e. Lê ya girîng ew e ku hin kesên handayî u kirêgirtîyê dijmin xwe dane pişt dikandar uesnafên bazarê û dirûşman dijî Îslamê, dijî Îranê û dijî Komara Îslamî didin ku eva girîng e. Wî bi cudakirina nerazîtî û ajawegêriyê diyar kir: Nerazîbûn di cih de ye û em qebûl dikin, lê nearzîbûn ji ajawegêriyê cuda ye, em bi neraziyan re diaxivin û berpirs jî divê bi neraziyan re biaxivin, lê axaftina bi ajawegêran re bêfeyde ye, Divê pêşîya ajawegêran were girtin u ew di cîyê xwe da bên rûniştandin. Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha got: Ya girîng ev e ku dema mirov hesta vê yekê kir ku dijmin bi zordarî dixwaze tiştekî li ser hikûmetê û li ser berpirsan û li ser gel de bisepîne divê bi hemû hêza xwe li himber da raweste û xwe bike mertal. Em li hember dijmin paşde venakişin. Wî tekez kir: Em dê bi alîkariya Xwedê Telala, destpêşxeriyê û tewekela li Xwedê û bi piştrastbûan ji hevrêbûna gel, bi îzna Xwedê, dijmin bitevînin û ser çoka da bixin.