Çile 03, 2026 15:18 Asia/Tehran
  • Feyaz: Fedakariya Şehîd Silêmanî jibo Iraqê dereceya herî bilind a şan û şerefê bû

Serokê Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê di merasima rêzgirtina li şehîdbûna Ebû Mehdî Muhendis û Hecî Qasim Silêmanî de got: Fedakariya şehîd Silêmanî jibo Iraqê dereceya herî bilind a rûmet û wefadarîyê bû.

Falih Feyaz, Serokê Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê di merasima bibîranîn u rêzgirtina li şehîdbûna Ebû Mehdî Muhendis û Hecî Qasim Silêmanî de got: Ev kes di rêya Xwedê de şehîd bûn û bi vê rêyê li cem Xwedê Teala mayînde bûn. Feyaz got: Şehîdbûn ne taybetî niştiman an cihekî taybet e belku ya evdekî ye ku Xwedê Telala wî jibo berevaniya ji nirxan hildibêjêre. Kesê ku bona berevaniya ji ax û şerefa xwe tê kuştin, di rasitiyê de di rêya cîhad û têkoşîna di rêya Xwedê de pêngavan radike. Ev du şehîd camêrên sadiq û muxlis û pak bûn ku ala heq û edaletê dan ser milê xwe. Serokê Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê got: Fedakariya şehîd Silêmanî jibo Iraqê dereceya herî bilind a rûmet û wefadarîyê bûye. Em cinayeta xayînane ku mêvan û berevanê Iraqê kir hedef, şermezar dikin.

Serepeyv