Çile 03, 2026 16:20 Asia/Tehran
  • Hişyarkirina PDK u YNK ji hêla alîyekî va; berbijarê xwe yê serokkomartiyê destnîşan bikin

Rêberên Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê li ser pêwîstiya destnîşankirina berbijarê serokkomartiyê hişyarî dane PDK u YNKê.

Rêberên Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê, bi taybet Nûrî Malikî, Hadî Amêrî û Falih Feyaz, derbarê destnîşankirina berbijarekî ku tevgerên siyasî yên curbicur ên Iraqê qebûl bikin, hişyarî dane rêberên YNK u PDK. Çavkaniyên agehdar gotin ku PDK u YNK dê îro li Hewler û Silêmaniyê bi awayê cida jibo nirxandina dosiya posta serokkomartiya Iraqê bicivin.

Bereberê kutabûna moleta berbijartiya serokkomariya Iraqê, Mihemed Emîn Faris, şêwirmendê serokkomarê vî welatî derbarê lihevnekirina partiyên kurd de hişyarî da û tekez kir ku ev nakokî dê bibe sedem berbijarekî dervey îradeya kurdan were hilbijartin..

Serepeyv